Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk peyama pîrozbahîyê ji Sekreterê Giştî yê PDK-Syê Mihemed Îsmaîl ra şand

.

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk peyama pîrozbahîyê ji Sekreterê Giştî yê PDK-Syê Mihemed Îsmaîl ra şand.

Rêzdar Mihemed Îsmaîl

Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûrîye (PDK-S)

Em bi dilxweşî pê agahdarbûn ku Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûrîye (PDK-S) bi awayekî serkeftî 12emîn konreya xwe li dar xistîye û di kongreyê da Komîteye Navendî ya nû ya PDK-Syê hatîye hilbijartin. Herweha di civîna Komîteye Navendî da cenabê we wek Sekreterê Giştî yê PDK-Syê hatîye hilbijartin.

Ez li ser navê xwe û li ser navê hemû endam û alîgirên PAKê(Partîya Azadîya Kurdistanê) cenabê we û endamên Polîtburo û Komîteya Navendî ya nû pîroz dikim.

Em di têkoşîn û xebata we ya ji bo azadîyê û ji bo bidestxistina mafên neteweyî û niştimanî yê gelê me yê Rojavayê Kurdistanê da serkeftinê ji we ra dixwazin.

Li gel rêz û silavên xwe.

15.06.2023

Mustafa Ozçelîk

Serokê Giştî yê PAKê

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle