Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk Li Qoserê Civînek Li Dar Xist

.

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk li gel Cîhgirên Serokê Giştî yê PAKê Nûrûllah Tîmûr, Kasim Eegun, Vahît Aba û endamê Meclîsa PAKê Mehmet Dortyama roja çarşemê, 03.05.2023yê, serdana Teşkîlata Mêrdînê ya PAKê kirin.

Di vê seredanê da, Mustafa Ozçelîk civîneke sohbetê li dar xist.

Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê û Serokê Teşkîlata Mêrdînê ya PAKê Bedran Acar, endamên Meclîsa PAKê Şeyhmûs Unal, Ömer Erdem û rêvebir û endamên PAKê yên Mêrdînê û sîyasetmedar û rewşenbîren Kurd beşdarî vê civînê bûn.

Berîya civînê Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê û Serokê Teşkîlata Mêrdînê ya PAKê Bedran Acar, bixêrhatina beşdaran kir û di derbarê mijara civîna sohbetê da axaftineke kurt kir.

Di vê seredanê da, Mustafa Ozçelîk di derbarê sîyaseta TDK-TEVGER û PAKê ya ji bo hilbijartinên serokkomarî yê û parlamentoyê civîneke sohbetê li dar xist. Herweha Mustafa Ozçelîk di derbarê rewşa her öçar perçeyên Kurdistanê û hevkarîyên milî, demokratîk da bîr û rayên PAKê anî ziman.

Paşê beşdarên civînê hinek pirs kirin, bîr û rayên xwe anîn zimên. Mustafa Ozçelîk jî pirsên beşdaran bersîvand.

Civîn di atmosfereke erênî û berhemdar da bi dawî hat.

Piştî civînê Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk li gel beşdarên civînê, li gundê Şabana yê Dêrika Çîyayê Mazî, seredana şîna welatperwerê Kurd Alîcan Mercan kirin.

04.05.2023

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Kurdistan Haberleri

Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt
Koşka Spî ji Kongreyê re name şand: ‘Şerê bi Îranê re qediya’