Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk li Mêrdînê Konferansek da

.

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk roja 26.06.2022yê, li Teşkîlata Mêrdînê ya PAKê konferansek da.

Li gel rêvebir û endamên PAKê yên Mêrdînê, Serokê Teşkîlata Mêrdînê ya PSKyê Salih Omerî, revebir û endamên TDK-TEVGERê, nûnerên PDK-BAKUR, Bedrettin Karaboga(Serokê Lijneya Bind a Şêwirmendîyê ya GUNSIADê), Mehmet Hanîfî Muslumoglu( Seroke Komeleya Cotkar û Çêkerên Garisî yên Başûrê Rojhilatê Anadoluyê) Dîyadîn Seydaogulları(Serokê Yekîtiya Emlakçîyan a Qoserê) û gelek sîyasetmedar û rewşenbîrên Kurd eleqeyeke baş nîşanî konferansê dan. Ji ber cîhê konferansê teng bû, gelek kesan li ser pîyan konferans şopandin.

Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê û Serokê Teşkîlata Mêrdînê ya PAKê Bedran Acar moderatorîya konferansê kir. Bedran Acar, di derbarê armanca vê konferansê da kurte axaftinek kir, paşê beşdarên konferansê ji bo şehîdên Kurdistanê yek deqîqe rêz girtin.

Mustafa Ozçelîk di derbarê rewşa li Bakûr Kurdistanê û Tirkîyeyê û herweha rewşa Rojava , Başûrê û Rojhilatê Kurdistanê de bir û ray û sîyaseta PAKê bi Kurdî anî ziman. Piştî axaftina Mustafa Ozçelîk, hinek beşdarên konferansê jî bîr û rayên xwe anîn ziman û ji Mustafa Ozçelîk pirsên xwe kirin; Mustafa Ozçelîk jî bersîva wan pirsan da.

Konferansa Mustafa Ozçelîk, bi awayekî berhemdar bidawî hat.

Kurdistan Haberleri

Erkan Polat: Rehîn girtina pêşeroj û hêvîye...
Hoşyar Zêbarî: Kurdistan kelaya azadî û demokrasiyê ye
Bexda diheje û Amerîka li pişt operasyonê ye: Gelo dê ‘serên mezin’ jî bên eşkerekirin?
PWK: Em Şêx Seîd û hevalên wî bi rêzdarî bi bîr tînin
PÊLKURD, PSK, PWK, VEJÎN, KESAYETÎYÊN SERBIXWE LI WANÊ KONFERANSEK LI DAR XISTIN