Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk: Em Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî bi giramî bi bîr tînin

.

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk di 76. salvegera darve kirina Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî û hemû şehîdên Kurdistanê de daxuyanîyek nivîskî weşand.

Peyama Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk  wiha ye:

Em Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî bi giramî bi bîr tînin

Serokkomarê Komara Kurdistanê Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên xwe di roja 31.03. 1947an de li bajarê Mehabad a Rojhilatê Kurdistanê, li Meydana Çarçirayê , ji alîyê Dewleta Îranê ve hatin darve kirin.

Jiyan, helwest , şexsîyet û wasîyet û parastinnameya li mahkemê ya Pêşewa Qazî Mihemed di eslê xwe de rêbaz û hişmendîya Kurdistanî pêşkêşî me dike.

Wasîyet, parastinname û helwesta Pêşewa Qazî Mihemed ji bo îro jî wazîfeyên me yên netewî û dîrokî nîşanî me didin, di têkoşîna azadîya Kurdistanê de rêya me rohnî dike.

Gelê Kurdistanê dê Pêşewa Qazî Mihemed û şehîdên Kurdistanê ji bîr neke.

Em di 76emîn salvegera darve kirina wan de Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bi bîr tînin.

31.03.2023

Mustafa Ozçelîk

Serokê Giştî yê PAKê(Partîya Azadîya Kurdistanê)

Kurdistan Haberleri

Amedspor derbasî Lîga Super bû
Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt