Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk: Em Bi Wefata Welatperwerê Kurd Kak Elî Qazî Mihemed Gelekî Xemgînin

.

Welatperwerê Kurd, kurê Serokkomarê Komara Kurdistanê Pêşewa Qazî Mihemed, Serokê Berê yê PAK-Rojhilatê Kurdistanê, kedkarê doza azadîya Kurdistanê, kak Elî Qazî Mihemed roja 10.07.2022yê li Almanyayê ji ber nexweşîya xwe koça dawî kir.

Kak Elî Qazî ji ber nexweşîya xwe vê dema dawî nikaribû Serokatîya PAK Rojhilatê Kurdistanê berdewam bike, lê her wek Seroke Manewî yê partîya xwe bû.

Em bi wefata kak Elî Qazî gelekî xemgînin.

Ez li ser navê xwe û li ser navê hemû rêvebir, endam û alîgirên partîya me, ji malbat û hezkirîyên kak Elî Qazî ra, ji Serokê PAK-Rojhilatê Kurdistanê kak Huseyîn Yezdanpena û hemû endam û alîgirên PAK-Rojhilatê Kurdistanê ra sersaxîyê dixwazim.

Serê gelê Kurdistanê sax be.

10.07.2022

Mustafa Ozçelîk

Serokê Giştî yê PAKê

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle