Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk: Em bi wefata birêz Şêx Şamo gelekî xemgînin

.

"Em bi wefata birêz Şêx Şamo gelekî xemgînin

Serokê Bingeha Laleş, parlementerê  berê yê Parlementoya Herêma Kurdistanê, Şêwirmendê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Birêz Mesrûr Barzanî yê ji bo karûbarên Êzidîyan,  welatperwerê Kurd , birêz Şêx Şamo ji ber nexweşîya Covid-19ê mixabin îro koça dawî kir.

Xwedê jê razî, welatperwerê hêja,  Şêx Şamo eve nezîkî  mehekê ye kû ji ber  Covid-19ê  li nexweşxaneyeke li Enqereya paytextê  Tirkîyeyê dihate dermankirin. Lê mixabin îro jîyane xwe ji dest da.

Em bi wefata birêz  Şêx Şamo gelekî xemgînin.

Ruhê wî şad, cîhê wî biheşt be. 

Ez li ser navê xwe û li ser navê hemû rêvebir, endam û alîgirên PAKê sersaxî, sebir, metanetê ji malbata xwedê jê razî birêz Şêx Şamo re, ji xuşk û birayên xwe yên Kurdên Êzidî, ji gelê Kurdistanê re dixwazim. Em şirîkê xema malbata xwedê jê razî ne."

18.01.2022
Mustafa Ozçelîk 
Serokê Giştî yê PAKê

Kurdistan Haberleri

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ofîsa xwe ya fermî li Qamişloyê vekir
Serokatiya Herêmê: Pêwîst e Bexda erkê xwe yê ji bo parastina nûnertiyên dîplomatîk bicih bîne
Serokatiya Herêma Kurdistanê: Em êrişa li ser Konsulxaneya Îmaratê bi tundî şermezar dikin
Almanyayê daxwaznameya ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê qebûl kir
Çar baregehên Heşda Şeibî bi dronan hatin armancgirtin