Serokê Giştî yê HAKPARê Li Amedê Seredana PAKê Kir

.

Heyeteke HAK-PARê ku ji Serokê Giştî yê HAK-PARê Latîf Epozdemîr, Cîhgirê Serokê Giştî yê HAK-PARê Paşa Akdogan, endamên Meclîsa Partîyê ya HAK-PARê Tûran Îl û Cengîz Temel pêk hatî, roja 10.12.2020ê seredana Teşkîlata Amedê ya PAKê ya kirin.

Cîhgirên Serokê Giştî yê PAKê Nûrûllah Tîmûr û Vahît Aba, endamên Meclîsa Partîyê ya PAKê yên li Amedê û rêvebirên Teşkîlata Amedê ya PAKê pêşewazîya heyeta HAK-PARê kirin.

Li ser navê heyeta PAKê Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Nûrûllah Tîmûr, ji bo seredana Serokê Giştî yê HAK-PARê Latîf Epozdemîr û heyeta li gel wî spasîya xwe pêşkêş kir.

Serokê Giştî yê HAK-PARê Latîf Epozdemîr jî ji bo vê pêşewazîyê germ spasîya xwe pêşkêşî heyeta PAKê kir û PAK dawetî ji bo Kongreya Teşkîlata Amedê ya HAK-PARê kir.

Di seredana heyeta HAK-PARê ya ji bo PAKê de, herdu alîyan di derbarê rewş û rojeva welêt, herêmê û cîhanê de bîr û rayên xwe anîn ziman, herweha ji bo hîna zêdetir pêşdebirina peywendîyên herdu partîyan, heyetên HAK-PAR û PAKê daxwaz û hêvîyên xwe pêşkêş kirin.

Hevdîtina di navbera heyetên HAK-PAR û PAKê di atmosfereke dostane de û bi awayekî berhemdar derbas bû.

10.12.2021

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Kurdistan Haberleri

Hûrgiliyên peymana nû ya Libnan û Îsraîlê eşkere bûn
Korbenda Aborî û Veberhênanê ya navbera Kurdistan û Spanyayê hat destpêkirin
Serokwezîrê herêma Baden-Württembergê pêşwaziya şandeke parêzgeha Dihokê kir
Serokê Sûriyeyê pêşwaziya Wezîrê Dervey ê Iraqê kir
Li Îraqê gendelî: Bi milyonan dolarên ku di dîwêr de hatibûn veşartin hatin dîtin