Serokê Firansayê dê seredana Herêma Kurdistanê bike

Konsulê giştî yê Firansayê di dîdarekê de li gel Kurdistan24 aşkera kir ku serokê Firansayê , Îmanoyîl Makron di dawî ya ev sal de dê seredana Kurdistanê bike.

Konsulê giştî yê Firansayê di dîdarekê de li gel Kurdistan24 aşkera kir ku serokê Firansayê, Îmanoyîl Makron di dawî ya ev sal de dê seredana Kurdistanê bike.

Domenîk Mas, konsulê giştîyê Firansayê li Herêma Kurdistanê, berî bi dawî hatina dema wî wek konsulê welatê xwe, di dîdareke taybet de li gel Kurdistan24, (ku biryare, ev şev demjmêr 9:30  bi dema Hewlêr bihêt weşandin) ragehand, heya dawîya ev sal Îmanoyîl Makron, serokê Firansayê dê seredana Kurdistanê bike.

Mas got jî: Ew di ayîndeyeke nêzîk de, li gel serok Makron dê bicive û bi wî re radigehîne ku Kurd çaverîyeka mezin ji Firansayê heye.

Di pişkeke dî ya dîdara xwe de, li gel Kurdistan24, Konsulê giştîyê Firansayê derbarê hikumeta Herêma Kurdistanê tekez kir, ku Ew geşbîne bi kabîneya nû, ku vîyaneke rijt heye bo berdewamîdanê bi cîbicîkirina pêngavên çaksazîyê û çareserkirina arîşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, ser hemûyan re jî, çarenivîsa deverên Kurdistanê yên derveyê rêveberîya Herêma Kurdistanê.

Siyaset Haberleri

Îraqê li ser sînorê Sûriyeyê dîwarekî betonî yê 400 kîlometreyî lê kir
Zanîngeha Artukluyê arşîva Kurdî ya Aleksandre Jaba wekî 15 cildan çap kir
Fraksiyona PDKê li ser daxwaza Elî Zeydî vedigere Bexdayê
Li Îranê krîza aborî gihîşt lûtkeyê
PDKÎ: Îranê bi 2 dronan êrişî Kampa Girdeçalê kir