Serokê DALKURDê Welat Kiliçaslan bi peyamekê spasîya Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk kir

.

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelîk roja 27.02.2022ê bi peymekê Serokê DALKURDê yê nû Welat Kiliçaslan pîroz kiribû û gotibû: Ez li ser navê xwe û li ser navê hemû endam û alîgirên PAKê( Partîya Azadîya Kurdistanê) ji ber wek Serokê DALKURDê hilbijartina cenabê we û rêvebirîya nû ya DALKURDê pîroz dikim."

Serokê DALKURDê Welat Kiliçaslan jî bi peyamekê spasîya Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk kir

Peyama Welat Kiliçaslan wiha ye:

Ji bona Serokê PAKê Mustafa Özçelik

Me weke DALKURD peyama cenabê we girt. Ez li ser navê Dalkurdê ji bona wê peyama hêja spasîya we dikim.

Em hêvîdarin bi alîkarî û piştgiriya Kurdan û tevgerên wan, em ê roj bi roj karê xwe baştir bikin. Hewla me ew e ku em rojekê Dalkurdê bibin asteke bilindtir. Helbet ji bona vê jî dê alîkariya we jî pêwîst be.

Weke tê zanîn ku Dalkurd beşek ji xizmeta kurdewarî ye. Divê em weke kurd hemû xwedî li vê hêjayîya xwe derkevin.

Ez dîsa li ser navê Dalkurdê spasiya PAK ê û serokê wê birêz Mustafa Özçelik dikim.

Welat Kilicaslan

Serokê Dalkurd FF

Bixwîne: Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk peyama pîrozbahîyê ji Serokê DALKURDê Welatê Hemîdê Simeîlaxa re şand

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin