Serokê Amerîkayê nameya pîrozbahiyê ji Pêşmergeyekî Kurdistanê re şand

.

 Serokê Amerîkayê Joe Biden, nameya pîrozbahiyê ji Pêşmergeyekî Kurdistanê re şand û di nameyê de, hêviya jiyaneke bextewar jê re xwest.

Di perwerdeya bilind a hêzên deryayî ya Amerîkayê de, Husên Mehdî Xurşîd Barzanî ku ji bo perwerdeyê çûye Amerîkayê, pileya yekem bi dest xist û bûye cihê şanaziya Koşka Spî. Piştî hatina Husên, nameya pîrozbahiyê ji wî re hat şandin.

Balyozxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê jî beriya niha ji ber ku ew Pêşmerge li Amerîkayê bû yekem, pîrozbahî li Herêma Kurdistanê kiribû, lê belê vê carê Serokê Amerîkayê Joe Biden bi xwe nameyek şand Husên Mehdî Xurşîd Barzanî û pîrozbahî li jidayîkbûna zarokê wî yê nû kir.

Husên Mehdî Xurşîd Barzanî eşkere kiriye: “Piştî ku min perwerdeya xwe li Kalîforniyayê temam kir û li ser asta xwendekarên biyanî bûm yekem, ji bilî ku bi fermî pîrozbahî li min hat kirin, lêkolîna derçûna min jî, ku li ser hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê ye, li wê fakulteyê bû mijara perwerdeyê.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin