Serokê Amerîkayê: Eger Rûsya çekên kîmyewî bi kar bîne em ê bersivê bidin

.

Serokê Amerîkayê Joe Biden di civîna Lûtkeya G7an de, li Brukselê axivî û got, eger çekên kîmyewî ji aliyê Rûsyayê ve werin bikaranîn, bi heman şêweyê, ew ê bersivê bidin.

Joe Biden da zanîn: “Min gotûbêjeke gelek eşkere ligel Serokê Çînê Xi Jinping kir, min bi awayekî eşkere jê re got, eger alîkariya Rûsyayê bikin, ew ê encamên wê xirab bibin, ez gefê naxwim, me ligel Serokê Çînê gotûbêjeke dûr û dirêj kir, ew naxwazin berjewendiyên xwe têk bibin.”

Biden eşkere kir: “Duşema bê, roja 1ê Nîsanê, konferanseke me wê ligel Çînê hebe, em ê li wir gelek tiştan biaxivin, berjewendiyên wan ligel Ewropa û Amerîkayê hene, me ji wan re ragihand, neçin nav wê lîstika qirêj ku Putin encam dide.”

Herwiha Serokê Amerîkayê destnîşan kir: “Di civîna G7an de, me qala asayîşa xurekê ya li cîhanê kir, ku bandora wê li ser welatên cîhan û Ewropa û Amerîkayê heye, Ukrayna sebeta xureka cîhanê ye, ji bo vê yekê weke cîgir, Kanada, Amerîka berhema gelek baş a genim heye, em ê genimê Ukraynayê qerebû bikin, em hewl didin ku ziyanên asayîşa xurekê kêmtir bikin.”

Herî dawî Joe Biden eşkere kir, divê Rûsya ji G20yê derkeve, dibe ku Ukrayna bikare beşdarî civînên G20 bibe, Kîev dikare vê biryarê bide.

Kurdistan Haberleri

Kurdan dest da hev û Zaxo li cîhanê bû yekem
Trump: Hîn jî baweriya min bi Ehmed Şer heye
Serok Barzanî bi şandeyeke Partiya Komunîst a Çînê re civiya
Bernard Henri Levy: Dewleta Kurdî tekane kilîta aramiya Rojhilata Navîn e
Netanyahu û Barrack civiyan: Rojev Sûriye bû