Serokatiya Parlementoya Kurdistanê sala nû li xelkê Kurdistanê pîroz kir

.

Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê sersala nû pîroz kir û ragihand: “Em ji hemû hêz û aliyên siyasî daxwaz dikin, bi yekrêzî û ruhê lêborînê ligel hev tevbigerin.”

Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê bi helkefta sala nû ya zayînî peyamek belav kir. Di peyamê de tê gotin: “Bi boneya hatina sersala nû ya zayînî, em pîrozbahiyên herî ciwan li Kurdistaniyan û li hemû gelên Iraq û cîhanê dikin.”

Parlamentoya Kurdistanê diyar dike: “Em hêviya saleke nû ya gelek aram û bextewar ji bo her kesî dixwazin, em xwazyar in sala nû destpêkeke geş bibe ji bo başkirina debara xelkê û çespandina mafên welatiyan û bihêzkirina saziyên niştimanî, ku ji bo pêkatina wan, xelkê Kurdistanê gelek qurbanî dane.”

Herwiha destnîşan dike: “Em li vir ji hemû hêz û aliyên siyasî daxwaz dikin ku bi yekrêzî û ruhê lêborînê ligel hev tevbigerin û em hemû zemîna desteberkirina maf û heqên destûrî yên Kurdistaniyan pêk bînin.”

Di dawiya peyama pîrozbahiyê de hat eşkerekirin: “Em hêvîdar in sala 2022yan bibe destpêka rawestgeheke nû ji bo zêdetir bi hev re xebat ji bo siberojeke baştir û vejîna zêdetir a welat û bidawîbûna hemû nexweşî û nebaşiyan, herwiha em hemû hewl bidin ku Kurdistanê bikin xwedî destûrek ku maf û erkê hemû aluyan diyar bike û bibe sedemek ji bo bihêztirbûna statuya Herêma Kurdistanê.”

Kurdistan Haberleri

Li Amedê di pîrozbahiyên Amedsporê de 11 kes birîndar bûn
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo berdana dîlan xwenîşandan hatin lidarxistin
DÎSAN ÎDAM Û CINAYET
Wezareta Navxwe: Kesên ku çekên Amerîkayê birine dixwazin rastiyan veşêrin
Di navbera pêwîstiya Kurdan û nêrîna Hikumeta Demkî de statuya zimanê Kurdî