Serokatiya Herêma Kurdistanê komkujiya 4 Kurdan bi tundî şermezar kir

.

 Serokatiya Herêma Kurdistanê tawana Cindirêsa Rojavayê Kurdistanê şermezar dike û dibêje: “Em bang li berpirsên herêmê dikin ku tawanbaran bibînin û wan bigihînin cezayên wan.”

Duhî êvarê li bajarokê Cindirêsê yê ser bi herêma Efrînê ve, grûpa Ehrar El Şerqiye ji ber vêxistina agirê Newrozê, gulle li hejmarek welatiyên Kurd barandin û di encamê de 4 kes şehîd bûn û hejmarek kes jî birîndar bûn.

Di vê derbarê de Serokatiya Herêma Kurdistanê îro di daxuyaniyekê de ragihand:

Serokatiya Herêma Kurdistanê bi tundî ew tawana ku duhî êvarê 20/3/2023an li bajarê Cindirêsê rû daye şermezar kir ku di dema vêxistina agirê Newrozê de di derheqê çend welatiyên Kurd de hatiye kirin û tê de 4 kesan cane xwe ji dest dan.

Di dema ku em sersaxiyê li malbat û kesûkarên qurbaniyan dikin û hevsoz û hevxem in, daxwaz ji aliyên berpirs ên navçeyê dikin ku tawanbaran bibînin û wan bigihînin cezayên wan yên yasayî û rê li ber dubarebûna tawanên wiha bigirin.

Dilşad Şihab

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê

21/3/2023

Kurdistan Haberleri

Medvedev: Biryara Trump ya testa nuklerî dê bandorê li ser Rûsya bike
Îlham Ehmed: Ji bo Sûriyeyê sîstemeke nenavendî û demokratîk pêwîst e
Amerîkayê ji Neteweyên Yekbûyî xwest Ehmed Sera ji lîsteya terorê derxe
UNESCO gundekî Hewramanê ji bo lîsteya "Baştirîn Gundê Geştyariyê" pêşniyar dike
Kallas: Tirkiye hê jî aktorekî herêmî ye