Serokatiya Herêma Kurdistanê: Helwesta li hemberî cotkarên Kurd nayê qebûlkirin

.

- Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser êrişên dijî cotkarên Kurd ên Kerkûkê daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku helwesta li hemberê cotkarên Kurd nayê qebûlkirin.

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab di daxuyaniyekê de ragihand ku Serokatiya Herêma Kurdistanê rûdawnên dawî ji nêzîk ve dişopînin.

Dilşad Şehab got, "Em wekî Serokatiya Herêma Kurdistanê ji aliyên pêwendîdar dixwazin tedbîrên pêwîst bigirin da ku bûyerên bi vî rengî dubare nebin."

“Divê sucdar bên cezakirin”

Di daxuyaniyê de hat gotin ku destdirêjiya ku hin endamên artêşa Îraqê li ser cotyarên Kurd kiriye, gefê li pêkvejiyanê û aştiya civakî dike.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku divê helwestên bi vî rengî bên redkirin, sûcdar bên şermezarkirin û cezakirin.

Artêşa Îraqê îro li nahyeya Sergeranê ya Kerkûkê dîsa êrişî cotkarên Kurd kir û nehişt cotkar zeviyên xwe biajon.

Leşkerên Îraqê cotkar bi zorê ji traktorên wan daxistin.

Nûnerê Cotkaran Sergeranê Mihemed Emîn diyar kir ku mudaxeleya artêşa Îraqê ti bingeha wê ya qanûnî nîne û got, "Em êdî zêdetir li bendê namînin û em dê erdên xwe biçînin."

Di vîdeoyeke ku ji Rûdawê re hat şandin de tê dîtin ku leşker bi zorî hewl didin cotkaran ji traktorên çandiniyê daxînin.

Tevî ku qanûna vegerandina erd û milkên Kerkûkê ji bo xwediyên wan ên rastîn di Parlamentoya Îraqê de hatiye pejirandin jî artêşa wî welatî careke din astengiyan ji cotkarên sînorê Sergeranê re derdixe.

Serok Mesûd Barzanî: Cotkarên Kurd ne bi tenê ne

Serok Mesûd Barzanî li ser êrişa cotkarên Kurd peyamek belavkir û got, “Em bi hemû hêza xwe piştgiriyê didin berxwedan û maf û daxwazên cotkarên Kurd.”

Li aliyê din Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî bangî berpirsên Îraqê kir ku astengiyên li ber cotkarên Kurd bi dawî bikin.

Parêzgarê Kerkûkê Rêbwar Taha jî ragihand ku ew leşkerên Îraqê yên êrişî cotkarên Kurd kirine hatine desteserkirin.

Li gorî gotina Rêbiwar Taha Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî komîteyeke lêpirsînê ava kiriye.

Kurdistan Haberleri

Rêjîma Îranê alîkariya digel Ajansa navnetewî ya wizeya navkî bi tevavî sekinand
MÊRDÎN - Nêçîrvanên peyvên Kurdî peyvên ku li ber mirinê ne zindî dikin
EFRÎN - Komîteyê dest bi kar kir: Mal û milk li welatiyan tên vegerandin
Keştiya Amerîkayê balafirên xwe bar kirin û çû nêzîkî Îranê
PWK: Em kesayetên ku di 2yê Temûza 1993yê de, li Otêla Madimakê ya li Sêwasê de hatibûn şewitandin bi rêzdarî bi bîr tînin