Serokatiya Herêma Kurdistanê: Em dubare kirina êrîşan bi tevahî red dikin

.

 Serokatiya Herêma Kurdistanê êrîşên Îranê yên li ser çend armancên li Herêma Kurdistanê şermezar kir û ragihand: “Em dubarekirina van êrîşan bi tevahî red dikin.”

Malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê îro çarşemê 28ê Îlona 2022yan derbarê êrîşên Îranê yên li dijî partiyên Rojhilatê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û got: “Em bombebarankirina Herêma Kurdistanê ji aliyê hêzên Komara Îslamî ya Îranê ve bo ser çend armancan û ziyanên canî yên ku di nav de sivîl hene şermezar dikin û em dubarekirina van êrîşan bi tevahî red dikin.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin: “Em bang li Hikûmeta Federal a Iraqê dikin ku erkê xwe pêk bîne û xak û serweriya welat biparêze.”

Serokatiya Herêma Kurdistanê destnîşan kir: “Helwesta Herêma Kurdistanê eşkere ye ku ji sînorên xwe rê nade ti metirsiyeke ewlehiyê bo ser welatên cîran hebe, em careke din tekez dikin ku çek û hêz pirsgirêkan çareser nake û çareserî ya ku di berjewendiya hemû aliyan de ye, diyalog û aştî ye.”

Îranê îro çarşemê 28ê Îlona 2022yan, bi riya droneyên bombekirî û mûşekan êrîşî ser baregehên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li bajarokê Koyê, Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê li Zirgiwêz li Silêmaniyê û Partiya Azadiya Kurdistanê li Pirdê kirin.

Kurdistan Haberleri

Amedspor derbasî Lîga Super bû
Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt