Seroka Odeya Pizîşkan a Stenbolê: Em pêşniyar dikin sibê kes neyê nexweşxaneyan

.

Seroka Odeya Pizîşkan a Stenbolê Pinar Saip hişyarî da ku piştî biryara Yekîtiya Pizîşkên Tirk (TTB) a rawestandina kar sibe 8ê Sibata 2022ê ji xeynî çend beşan xizmata tendirûstî tê rawestandin û got: “Em pêşniyar dikin sibe kes neyê nexweşxaneyan.”

Yekîtiya Pizîşkên Tirk (TTB) û Odeyên Pizîşkan ragihandibûn ku bi armanca li Parlamentoya Tirkiyê derbarê mafên reha, mercên karkirinê û tendirûstiya gel de sererastkirinek bê kirin wan dest bi “Nobeta Spî” kiriye û 8ê Sibata 2022ê jî dê dest ji kar berdin û dest bi “Greva Spî” bikin.

Seroka Odeya Pizîşkan a Stenbolê Pinar Saip jî derbarê greva sibe de welatî hişyar kirin daku neçin cihên xizmeta tendirûstiyê. Pinar Saip dibêje: “Em pêşniyar dikin ji xeynî nexweşên diyalîzê, yên penceşêrê, bûyerên awarte yên zarok û ducanî û nexweşên bên razandin bila kes neyê klînîkên tendirûstiyê.”

"Meşa Spî" ya Yekîtiya Pizîşkên Tirk (TTB) û Odeyên Pizîşkan bo mafên reha, mercên karkirinê û tendirûstiya gel 23ê Mijdara 2021ê li navçeya Kadikoy a Stenbolê dest pêkir û 27ê Mijdara 2021ê li Enqerê bi dawî bû. Piştre ragihandin ku eger ev rewş wiha berdewam be dê 8ê Sibata 2022ê dest bi “Greva Spî” bikin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di van salên dawî de hejmara pizîşkên ku koçî welatên derve û Ewropayê dikin roj bi roj zêde dibe.

Li gor amarên Yekîtiya Pizîşkên Tirk di 10 salên dawî de 5 hezar û 35 pizîşkan ji ber şert û mercên zehmet ên kar, kêmiya mûçe û tundûtîjiya li beramber wan ji Tirkiyê koç kirine. Herwiha di 18 mehên destpêka belavbûna virûsa Coronayê de jî zêddeyî 8 hezar pizîşkan ji ber heman sedeman dest ji kar berdane.

Kurdistan Haberleri

.
Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be
Mesrûr Barzanî û Ehmed Elcerba girîngiya parastina mafên gelê Kurd û pêkhateyên Sûriyeyê tekez kir
Rêjîma Îranê li 2 rojan de 23 girtî bidar vekirin
Ji cotkarên Kurd re mizgînî: Peymanên Erebên hawirde tên betalkirin