Serok û Serokwezîr ji bo axsipartina Îbrahîm Reîsî gihîştin Tehranê

.

Şandeya payebilind a Herêma Kurdistanê, ji bo beşdariya merasîma axsipartina Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî û rayedarên din ên Îranê ku di encama ketina helîkopterê de miribûn, gihîşte paytext Tehranê.

Di daxuyaniya ji aliyê Serokatiya Herêma Kurdistanê ve hate dayîn de hate diyarkirin şandeya Herêma Kurdistanê ku ji Serokê Herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Cîgirê Serokê Kurdistanê Mistefa Seyîd Qadir, Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî û Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ahmed pêk tê ji bo beşdariya merasîmê gihîştiye paytextê Îranê Tehranê.

Eger heye ku şandeya payebilind a Herêma Kurdistanê, bi rayedarên Îranê re hin hevdîtinên bi mebesta piştgiriyê jî bikin.

Ji hêla din ve Nûsîngeha RagihandinÊ ya Serokwezîrtiya Iraqê jî ragihand ku şandeyeke Iraqê ya di bin serpereştiya Serokwezîr Mihemmed Şiya Sûdanî de, ji bo beşdariya merasîma axsipartina Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, Wezîrê Derve yê Îranê Hisên Emîr Abdullahiyan û yên bi wan re can dan, gihîştine Tehranê.

Kurdistan Haberleri

PWK LI ALMANYAYÊ BEŞDARÎ PÎROZBAHÎYA 80 SALÎYA PDKYÊ BÛ
PWK LI STOCKHOLMÊ BEŞDARÎ PÎROZBAHÎYA 80 SALÎYA PDKYÊ BÛ
Şandeyên Herêm û Bexdayê cîbicîkirina peymanên ewlehiyê gotûbêj dikin
Li Almanyayê pêşangeheke wêneyan a taybet bi êşên Êzidiyan hat vekirin
Li Colemêrgê zêdetirî 46 hezar mayînan hatin rakirin