Serok Nêçîrvan Barzanî beşdariya civîna Hevpeymaniya Rêveberiya Dewletê de kir

.

Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, êvariya roja yekşemê 12.01.2025ê li bajarê Bexdayê, beşdariya civîna Hevpeymaniya Rêveberiya Dewletê da kir ku, bi amadebûna birêzan Mihemed Şiya Sudanî Serokwezîrê Iraqa Federal û Dr. Mehmûd Meşhedanî Serokê Parlementoya Iraqê hate lidarxistin.

Serok Nêçîrvan Barzanî tevî ku, balkişand li ser maf û şayîsteyên yasayî û destûrî yên Herêma Kurdistanê, herwesa pesna rola birêz Serokwezîr Sudanî kir ku, di sala borî da ji bo lihevtêgihîştina di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi ciddî xebitiye û hêvî xwest ku, hemû pirsgirêk bi diyalogê çareser bibin. Di vê çarçoveyê da biryare sibê di navbera her du aliyan da civînek were lidarxistin.

Her wiha birêz Serokê Herêma Kurdistanê nêrîn, xebat û rola Serokwezîr birêz Sudanî ji bo bihêzkirina pêgeha Iraqê û bihêzkirina peywendiyên wê bi welatan ra li ser bingeha berjewendiyên hevbeş bilind nirxand.

Di civînê da tekîd li ser pêwîstiya piştgiriya hemû aliyan ya ji bo cîbicîkirina bernameya Hikûmeta Federal di hemû waran de û her weha piştgiriya reformên darayî û aborî yên hikûmetê kir û tekez li ser wê yekê kir ku, tu helwestek siyasî di pirsgirêka mûçeyan da tune ji bilî pirsgirêkên teknîkî ku, ew jî dikare bi rêya diyalogê û lihevtêgihiştinê bêne çareserkirin.

Hevpeymaniya Rêveberiya Dewletê daxwaz kir ku, Iraq bi awayekî bi alozî û bûyerên navçeyî û navdewletî ra tevbigere ku berjewendiyên Iraqê biparêze û xwe ji pevçûn û qeyranan dûr bixe. Di civînê da herwesa behsa rewşa Sûriyê hate kirin û tekez li ser amadebûna Iraqê ya ji bo piştevanîkirina gelê Sûriyê hate kirin.

Civînê rewşa Rojhilata Navîn û serdanên fermî yên birêz Serokwezîr Sudanî yên ji bo gelek welatên dost û gelek pirsgirêkên din gotûbêj kirin.

Kurdistan Haberleri

Heyeta PWKyê Li Stockholmê Bi Partîya Sosyaldemokrat ya Swêdê Re Hevdîtinek Pêk Anî
Tirkiye mafê ‘Reda Wîjdanî’ nas nake: ‘Mirina sivîl’
Trump ji Nêçîrvan Barzanî re nameyek şand: ‘Spas ji bo piştgiriya te’
Fuad Husên: Eger Kurd dabeş bin, dê li Bexdayê miameleya bi wan re cuda be
Bafil Talebanî: Me hêzek ava kiriye ku li Rojhilata Navîn kes zora wê nabe