Serok Mesûd Barzanî peyameke serxweşiyê arasteyî HUDA PARê kir

Serok Barzanî peyameke serxweşiyê arasteyî HUDA PARê kir û hevxemiya xwe anî ziman.

Serok Mesûd Barzanî bi boneya wefata Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (HUDA PAR) Mehmet Yavuz, peyameke serxweşiyê belav kir.


Serok Barzanî di peyama xwe de hevxemiya xwe ji kesûkar û partiya Yavuz re anî ziman û got, “Em şirîkên şîna we ne.”

Peyama serxweşiyê ya Serok Barzanî wiha ye:

“Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Birêzên Serkirdayetiya HUDA PAR

Malbata hêja ya xwedê jêrazî Mehmet Yavuz

Bi mixabiniyê ve nûçeya koça dawî ya kesayetî û têkoşerê navdar û dilsoz, wekîlê berê yê Serokê HUDA PARê, Kek Mehmet Yavuz gihîşt me.

Bi vê helkefta xemgîn da, pirse û serxweşiyê pêşkêşî we yên birêz û hevalên Kek Mehmet dikim û xwe bi hevbeşê xema we dizanim.

Ji xwedayê mezin lava dikim rûh û giyanê Kek Mehmet bixe ber dilovaniya xwe û sebir û hedarê bide hemû aliyek.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)”            


Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (HUDA PAR) Mehmet Yavuz ku bavê 4 zarokan bû, 9ê Tebaxê li nexweşxaneya lê dihat dermankirin canê xwe ji dest dabû.

Mehmet Yavuz, beriya 6 mehan ji ber nexweşiya penceşêrê bo nexweşxaneyê hatibû rakirin û dihat tedawîkirin.

Siyaset Haberleri

Kurdên li Hisîçayê rakirina zimanê Kurdî qebûl nakin: Tabeleya nû hat avêtin
Ecac li hinek sûcên xwe mikur tê
Medyakar Ammar Necmedîn çîrokên trajîk ên nav zindana Nugra Selmanê vedibêje
PDK û Çarçoveya Hevahengiyê li ser 'Bingehê Destûrê' li hev kir
Kobanî li dijî Erebkirinê rabû ser piyan: Ev der ne Eyn Ereb e!