Serok Mesûd Barzanî: Divê hilbijartin bi awayekî azad û şefaf bên kirin

.

 Serok Mesûd Barzanî got, "Pêwîst e hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê bi awayekî azad û şefaf bên kirin."

Serok Mesûd Barzanî îro li navçeya Selahedînê ya Hewlêrê Balyozê Brîtanyayê yê Îraqê Stephen Hitchen qebûl kir.

Her wiha Konsulê Brîtanyayê yê Hewlêrê Andrew Bizley jî di civînê de amade bû.

Ofîsa Serok Barzanî li ser civînê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di civînê de behsa pêvajoya siyasî ya Îraqê, pêwendiyên navbera Hikûmeta Îraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatiye kirin.

Li gorî dxuyaniyê encamê erênî yên serdana dawî ya Serok Barzanî ya Bexdayê jî hatiye gotûbêjkirin.

Hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê jî mijara Serok Barzanî û Balyoyê Brîtanyayê bûn.

Serok Barzanî ji şandeya Brîtanyayê re tekez kir û got:

"Pêwîst e hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê bi awayekî azad, şefaf, bê asteng û ji her cure astengî,  gîr û giriftan dûr bi rê ve biçê.”

Herw wiha pirsa mayina Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî, alîkarî û hevahengiya di navbera hêzên hevpeymanan û artêşa Îraqê û hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê de mijareke din a vê civînê bû.

Kurdistan Haberleri

Piştî lûtkeya NATOyê, biryar li ser çekdanîna PKKê tê dayîn
Senatoya Amerîkayê desthilatên şer ên Trump sînordar kirin
Sekreterê NATOyê: Eger Îran bigihe çekên atomê dê cîhan wêran bibe
CENTCOM: Hêzên me li Rojhilata Navîn di amadebaşiya herî bilind de ne
HRANA: Îranê vê mehê 127 kes îdam kirin