Serok Barzanî: Yekîtiya Jinên Kurdistanê yek ji girîngtirîn destkeftên Şoreşa Mezin a Îlonê ye

.

Serok Mesûd Barzanî bi boneya 70 saliya damezrandina Yekîtiya Jinên Kurdistanê peyamek belav kir û tê de ragihand, Yekîtiya Jinên Kurdistanê yek ji destkeftên herî giring ên Şoreşa Îlonê ya Mezin e.

Serok Barzanî peyama xwe arasteyî Sekreter û endamên Sekreteriya Yekîtiya Jinên Kurdistanê kir û got: “Bi boneya 70 saliya damezrandina yekîtiya we Yekîtiya Jinên Kurdistanê, germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî we û hemû endamên rêxistina we ya têkoşer û hemû jinên Kurdistanê dikim.”

Serok Barzanî tekez kir, “Yekîtiya Jinên Kurdistanê yek ji girîngtirîn destkeftên Şoreşa Mezin a Eylûlê bû ji bo perwerdekirin û hişyarkirina jinên Kurdistanê û berfirehkirina beşdariya wan di jiyana siyasî û têkoşîna gelê Kurd de û Yekîtiya Jinên Kurdistanê di vê rêyê de gelek ked û qurbanî dane.

Serok Barzanî got jî: “Di qonaxa niha de erkê we di warê hişyariya niştimanî, perwerdekirina jinan û parastina mafên sivîl û siyasî yên jinan, gelek girîng e û divê di arasteya beşdariya çalak a jinan di jiyana giştî ya civaka Kurdistanê de be. Ez piştrast im ku Yekitiya Jinên Kurdistanê dê li ser pêşxistina doza rewa ya gelê me û parastina maf û daxwazên jinan bi roleke bibandor û pêşeng bilîze.”

K24

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle