Serok Barzanî, wekî Serokê Giştî yê PDKê hat hilbijartin!

.

 Piştî lidarxistina Kongreya 14emîn a PDKê ku îro dihat rêvebirin, hat ragihandin ku Serok Mesûd Barzanî, car din wekî Serokê Giştî yê PDKê hatiye hilbijartin.

Li gorî agahiyên hatin parvekirin, di encama Kongreya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya ku îro dihat kirin de hat diyarkirin ku li kongreya li bajarê Duhokê yê Kurdistanê dihat rêvebirin, Serok Barzanî dîsa wekî Serokê Giştî yê partiyê hatiye hilbijartin.

Hat diyarkirin ku Kongreya PDKê ya ku îro dest pê kiribû, dê heta 3 rojan dewam bike.

Dema Kongreyê dest pê kiribû, Serok Barzanî bi rêya hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek arasteyî beşdarên Kongreyê kiribû û gotibû,

“Îro 14emîn Kongreya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Duhokê dest bi karên xwe kir. Ez bi vê boneyê pîrozbahiyê li hemû endam û alîgirên PDK ê û gelê Kurdistanê dikim.

Hêvîdar im encam û raspardeyên Kongreya Çardehemîn a PDK’ê, di xizmeta berjewendiyên bilind ên gelê me de bin.”

Herwiha hat ragihandin ku Nêçîrvan Barzanî wekî Cîgirê Yekem ê Serokê PDKê û Mesrûr Barzanî jî wekî Cîgirê Duyem ê Serokê PDKê hat hilbijartin.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin