Serok Barzanî û Qasim Erecî çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kir

.

Serok Mesûd Barzanî, Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Îraqê Qasim Erecî qebûl kir.

Her du aliyan çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê de gotûbêj kir.

Serok Mesûd Barzanî li navçeya Pîrmamê ya Hewlêrê bi Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Îraqê Qasim Erecî re civiya.

Baregeha Barzanî di daxuyaniyekê de ragihand ku di hevdîtinê de “derbarê rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên ewlehiyê yên li herêmê gotûbêj hatiye kirin”.

Li gorî daxuyaniyê, “li ser pêwendiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Îraqê û çareserkirina pirsgirêkên di navbera her du aliyan de bîr û raman hatine guhertin”.

Qasim Erecî îro bi fermana Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî gihîşte Hewlêrê.

Erecî bi awayekî cuda bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Wezîrê Karên Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed re civiya.

Afrîka Haberleri

Trump: Pêwendiyeke me ya pir baş bi Îranê re heye
Endamên YNKê di Encûmena Parêzgeha Kerkûkê de li dijî biryara partiya xwe derketin
Wezareta Çandiniyê: Bexda bi wekhev li cotkarên Kurdistan û Iraqê nanêre
Parêzgarê Kerkûkê tê guhertin
Berdevkê Serokatiya Sûriyeyê: Rêveberiya Xweser namîne