Serok Barzanî û partiyên Bakurê Kurdistanê doza Kurdan gotûbêj kir

.

Serok Barzanî ligel şandeke hevbeş a 3 partiyên Bakurê Kurdistanê, proseya aştiyê li Tirkiyeyê û bandora wê li ser hemû proseya siyasî û doza Kurdî li navçeyê gotûbêj kirin.

Serok Mesûd Barzanî îro 3ê Adarê bi şandeke hevbeş a sê partiyên Bakurê Kurdistanê re civiya ku ji Serokê Partiya Welatparêzên Kurdistanê Mustafa Ozçelîk, Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê Bayram Bozyel, Serokê Partiya Maf û Azadiyan Duzgun Kaplan pêk dihat.

Di hevdîtinê de, gotûbêj li ser proseya aştiyê li Tirkiyeyê û bandora wê li ser proseya siyasî ya giştî û doza Kurdî li navçeyê hatin kirin. Herwiha tekezî li ser piştevaniya proseya aştiyê û gihîştina bi çareseriyekê li Tirkiyeyê kirin.

Di hevdîtinê de, pêşhatên dawî yên siyasî û ewlekarî yên li navçeyê, bi taybetî li Sûriyeyê hatin gotûbêjkirin. Serok Barzanî ji şanda mêvan re behsa rewş û paşaroja gelê Kurd, derfet û metirsiyan kir.

K24

Kurdistan Haberleri

Heyeta PWKyê Li Stockholmê Bi Partîya Çep ya Swêdê Re Hevdîtinek Pêk Anî
Serokê PWKyê Mustafa Ozçelîk li Stockholmê Semînerek Li Dar Xist
Mezlûm Ebdî: Rizgarkirina Reqayê rê li ber parastina mirovahiyê vekir
Şam dê li Serê Kaniyê û Girê Spî hilbijartinan bike
Li Tiflîsê Konferansa Karsazên Gurcistan-Kurdistanê tê lidarxistin