Serok Barzanî û Macron bi rêya telefonê axivîn

.

Serok Mesûd Barzanî û Serokê Fransayê Emmanuel Macron, bi rêya telefonê axivîn û rewşa Iraqê û Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.

Li gor hat ragihandin, do roja Îniyê di pêwendiya telefonî de Serok Barzanî ji bo hilbijartina Macron a weke Serokê Fransayê, pîrozbahî lê kir.

Herwiha Serokê Fransayê Emmanuel Macron jî sersaxî li Serok Barzanî kir ji ber canjidestana kesên di teqekirinên do de li Bamernê ya li sînorê Duhokê bûn qurbanî.

Hat zanîn ku pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Fransayê beşeke din a pêwendiya telefonî bû.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin