Serok Barzanî û Bafil Talebanî civiyan

.

Serok Mesûd Barzanî û Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî îro Pêncşemê li Pîrmam a Hewlêrê ji bo çareseriya pirsgirêkan civiyan.

Hat diyarkirin ku Endamê Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) Qubad Talebanî û Serokê Şandeya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Bexdayê Fûad Husên jî di civînê de amade ne.

Li gor çavkaniyekî pilebilind ê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) YNKê daxwaz kiriye ku hemû nakokiyên di navbera her du partiyan de bi yek pakêtê bên çareserkirin. PDK jî ji bo ku wek yek şande beşdarî danûstandinên li Bexdayê bibin, li ser çareserkirina pirsgirêkan amade ye.

Baregeha Barzanî li ser civînê daxuyaniyek belav kir û anî ziman, “Li Pîrmamê bi amadebûna Dr. Fûad Husên û Qubad Talebanî, Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî kir.”

Baregeha Barzanî li ser armanca civînê got, “Di civînê de ji bo nirxandina rewşa niha ya Iraqê û pêşhateyên wê hatin gotûbêjkirin û li ser yekrêziya navmala Kurdan biryar hat dayîn ku;

Ji bo helwesteke yekgirtî ya hêzên siyasî yên Kurdistanê li hember pirsgirêkên ku Iraq û Herêma Kurdistanê rûbirûyê bûne kar bê bikin û civînên ji bo vê armancê berdewam bin.

Roja 18ê Tîrmeha 2022an Serokê Şandeya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Bexdayê Fûad Husên li Silêmaniyê bi Serokê YNKê Bafil Talebanî re civiya û biryar dan ku civînek di navbera Serok Barzanî û Serokê YNKê Bafil Talebanî de were encamdan.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

14 welatiyên xelkê bajarê Şinoyê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine binçavkirin
Îraq tedbîrên li ser sînorên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê tund dike
Asayîşa Kurdistanê: Bazirganê madeyên hişbir ê navneteweyî hat girtin
Amedspor, ji tîmeke futbolê wêdetir: 'Îro cejna me Kurdan e'
PWKê LI BATMANÊ JENOSÎDA DERSÎMÊ (TERTELE) BIBÎRANÎ