Serok Barzanî salvegera rizgarkirina Kobanî pîroz kir

.

Serok Mesûd Barzanî bi boneya salvegera bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Serok Mesûd Barzanî bi boneya salvegera rizgarkirina bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Li ser hesabê medyaya civakî ya ofîsa Serok Barzanî bi boneya salvegera rizgarkirina bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê hat belavkirin û di peyamê de hat diyarkirin: “7emîn salvegera rizgarkirina Kobanî pîroz be.”

Bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê di sala 2014an de ji aliyê rêxistina DAIŞê ve hatibû dagirkirin.

Bi fermana Serok Mesûd Barzanî, Parlamentoya Kurdistanê biryarek derxist û hêzên Pêşmerge derbasî bajarê Kobanî bûn û ligel şervanan li dijî DAIŞê şer kirin.

Hêzên Pêşmerge di roja 29ê Cotmeha 2014an de di deriyê sînorî yê Xabûrê re derbas bûn û bi rêya Bakurê Kurdistanê derbasî Kobanî bûn.

Wê demê ji sedî 70 bajarê Kobanî ji aliyê DAIŞê ve hatibû dagirkirin, piştî ku Pêşmerge derbasî nav bajêr bû, bi piştevaniya esmanî ya Hevpeymaniya Navdewletî jî, hêzên Kurdî di roja 26ê Çileya 2015an de bajêr ji DAIŞê paqij kir.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle