Serok Barzanî peyamek li ser 52yemîn salvegera rêkeftnameya 11 Adarê belav kir

.

Serok Mesûd Barzanî, peyamek di derbarê 52yemîn salvegera rêkeftinnameya 11 Adarê belav kir û da zanîn: “Di encama pêdagirî û xweragiriya gelê Kurdistanê û şoreşê de, bi rêberayetiya cenabê Barzaniyê Nemir rejîma Iraqê hate neçar kirin ku di yanzdehê Adara 1970an de yekem car û bi awayekî fermî beşek ji mafên gelê me qebûl bike.”

Herwiha Serok Barzanî di peyamê de eşkere kir: “Rast e piştî rêkeftina yanzdehê Adarê jî rejîma Iraqê rêya peyman şikandin û înkariyê li ber girt, lê belê îradeya gelê me ji bo berdewamiya xebat û xwe bi dest ve nedanê her berdewam bû û bû sedema bi desthatina destkeftên mezintir.”

Peyama Serok Barzanî wiha ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Em gelek bi bilindî bîranîna pencî û du saliya rêkeftinnameya yanzdehê Adarê dikin ku destkefteke girîng a tevgera rizgarîxwaz a gelê Kurdistanê bû.

Di encama pêdagirî û xweragiriya gelê Kurdistanê û şoreşê de, bi rêberayetiya cenabê Barzaniyê Nemir rejîma Iraqê hate neçar kirin ku di yanzdehê Adara 1970an de yekem car û bi awayekî fermî beşek ji mafên gelê me qebûl bike.

Yanzdehê Adara 1970, belgeyeke zelal e li serkeftina şoreş û îradeya rewa ya gelê Kurdistanê li ser înkariya nehezên gelê Kurdistanê û hewlên wan ya ji jêbirina gelê me. Rêkeftinnameya yanzdehê Adarê berhemê xebat û cangoriya Pêşmerge û hemû çîn û pêkhatên olî û neteweyî yên Kurdistanê bû. Ew xebata bi navê berqerarbûna pêkvejiyanê û şeraket û dadperwerî û aştiyê da berdewam bû û gihîşte encamê.

Rast e piştî rêkeftina yanzdehê Adarê jî rejîma Iraqê rêya peyman şikandin û înkariyê li ber girt, lê belê îradeya gelê me ji bo berdewamiya xebat û xwe bi dest ve nedanê her berdewam bû û bû sedema bi desthatina destkeftên mezintir.

Di salvegera rêkeftinnameya yanzdehê Adarê de, em tekezî li ser peyama aştîxwazane û pêkvejiyana gelê Kurdistanê dikin û em wê jî dûpat dikin ku li her rewş û di bin her guşarek de îradeya gelê Kurdistanê naşikê û Kurdistan destberdarê azadî û mafên xwe yên rewa nabê.

Mesûd Barzanî

11.03.2022

Kurdistan Haberleri

.
Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be
Mesrûr Barzanî û Ehmed Elcerba girîngiya parastina mafên gelê Kurd û pêkhateyên Sûriyeyê tekez kir
Rêjîma Îranê li 2 rojan de 23 girtî bidar vekirin
Ji cotkarên Kurd re mizgînî: Peymanên Erebên hawirde tên betalkirin