Serok Barzanî peyamek bo raya giştî belav kir

.

Serok Mesûd Barzanî peyamek li ser hilbijartina Serokomarê nû yê Iraqê belav kir û got, “Destûr nehate dayîn ku îradeya gelê Kurdistanê bê paşguhkirin.”

Serok Mesûd Barzanî peyamek li ser hilbijartina Serokomarê nû yê Iraqê belav kir û got, “Destûr nehate dayîn ku îradeya gelê Kurdistanê bê paşguhkirin.”

Serok Barzanî li ser proseya siyasî ya Iraqê û hilbijartina serokomariya Iraqê peyamek belav kir û got, “Ji dema ragihandina encamên hilbijartinan di Cotmeha sala borî de heta niha gelek hewl hatine dayîn ku îrade û mafên gelê Kurdistanê werin binpêkirin û kesekî li derveyî lihevkirin û îradeya gelê Kurdistanê wek serokkomar ferz bikin.”

Di peyamê de hat diyarkirin: “Lê ev hewldan bi ser neketin û destûr nehat dayîn ku îradeya gelê Kurdistanê bê paşguhkirin.”

Serok Barzanî destnîşan kir: “Ji bo me prensîp her tim ji meqam û pile girîngtir e û di dawiyê de jî ev prensîp bi ser ket ku nabe ti kes li ser îradeya gelê Kurdistanê bê ferzkirin û bibe serokomar.”

Serok Mesûd Barzanî di peyama xwe de hêvî kir ku gavên bê yên proseya siyasî ya Iraqê xizmeta berjewendiya Iraqa Federal û Herêma Kurdistanê bike û keşûhewayeke nû jiyana siyasî bigire û dawî li pirsgirêk, asteng û krîzên berê were.”

(K24)

Kurdistan Haberleri

Qedexekirina alfabeyên kurdî yên Latînî, Kirîlî û Aramî - Veysel Vesek*
Koye / Cara yekem nexweşiya Kirim-Kongoyê li Kurdistanê hat tomarkirin
Partiyên siyasî yên Rojhilat li Iraqê hatin qedexekirin!
Sûriyê bendera Laziqiyê ji bo 30 salan da kompaniyeke Fransî
Şirketa Çînî li Xaneqînê rezervên nû yên petrol û gazê dîtin