Serok Barzanî pêşwaziya mîsyona Awustralyayê kir

.

 Serok Barzanî radigihîne, hilweşandina kursiyên kutayê yê pêkhateyan di Parlamentoya Kurdistanê de, derbeyek e li ser pirsa hevparî û pêkvejiyanê. Herwiha got, mana hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li Iraqê, pirseke niştimanî ye û girêdayî hemû pêkhateyan e.

Serok Mesûd Barzanî îro 4ê Adara 2024an pêşwazî li Balyozê Awustralyayê li Iraqê Glenn Miles kir.

Li gor daxuyaniya baregeha Barzanî, Balyozê Awustralyayê peywendiyan dualî yên di navbera welatê xwe û Herêma Kurdistanê de bilind nirxand û daxwaza welatê xwe ya jî bo kûrkirina wan peywendiyan nîşan da.

Di beşeke din a hevdîtinê de, behsa hilbijartinên Parlementoya Herêma Kurdistanê ku biryar e di 10ê Hezîrana îsal de bên kirin, hate kirin. Di vî warî de mijara dijwariya meşandina pêvajoyê bêyî beşdariya hemû pêkhateyan hate nîqaşkirin, “ji ber ku hilweşandina kutaya pêkhateyan, derbeyek li pirsa hevparî û pêkvejiyanê ye.

Di beşeke din a daxuyaniyê de hat, “Herêma Kurdistanê hertim pêdagirî li ser pêkvejiyanê dike, ji ber ku ew yek ji wan prensîpên sereke ye ku beşdarî di proseya siyasî ya herêmê de li ser hatiye avakirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Pêkhate beşeke bingehîn a gelê Kurdistanê ne û dibe ku ji ber tundiya rikberiyê, nikaribin nûnertiya xwe di Parlamentoya Kurdistanê de bidest bixin.”

Di mijareke din a hevdîtinê de, behsa mayîna hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li Iraqê hat kirin û Serok Barzanî got: “Ev pirseke niştimanî ye û girêdayî hemû pêkhateyan e û divê ji vê rewangehê ve, metirsiya terorê were têgihîştin.”

K24

Kurdistan Haberleri

PWK: Em cezaya ku li Alî Çeven hatîye birîn şermezar dikin
Xelatên Gera Şeşê ya Festîvala Çemçemalê ya Fîlmên Jenosîdê hatin belavkirin
Îran rêyê nade pişkinîn bo bingehên wê yên atomî bê kirin
PDK û YNK: Aloziya 2 nameyan û hewldanên Yekgirtûyê
Li Amedê krîza aborî: Hinardeya bajêr kêm bûye