Serok Barzanî pêşwazî li şandeke HUDA PARê kir

.

Di hevdîtinê de rewşa siyasî ya navçeyê hat gotûbêjkirin.

Serok Mesûd Barzanî îro çarşemê 26ê Nîsana 2023an li Selahedîn pêşwazî li şandeke bilind a Partiya Doza Azad (HUDA PAR) ya bi serokatiya Zekeriya Yapicioglu kir.

Di hevdîtinê de rewşa siyasî ya navçeyê hat gotûbêjkirin û li ser çareseriya aştiyane ya kêşeyan û rêya diyalog û hevtêgihiştina navbera gelên navçeyê, danûstandina fikr û ramanan hat kirin.

Her di vê civînê de tekezî li ser pêşvebirina pêwendiyên navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Partiya Doza Azad (HUDA PAR) hat kirin.

Kurdistan Haberleri

Parêzgarê Hisîçayê di derbarê entegrasyonê de agahiyên nû dan
Qubad Talebanî: Êrişkirina ofîsa Serokwezîr binpêkirina serweriya Îraqê ye
Nêçîrvan Barzanî êrişa li ser ofîsa Serokwezîr şermezar kir
Baregeha Barzanî: Dron û mûşek pirsgirêkan çareser nakin
PWK LI ALMANYAYÊ BEŞDARÎ PÎROZBAHÎYA 80 SALÎYA PDKYÊ BÛ