Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin

.

Serok Mesûd Barzanî bi boneya bidawîbûna erka hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Iraq û Herêma Kurdistanê peyamek belav kir û xelkê Kurdistanê dilxweş kir ku herêm ne di bin ti gefekê de ye.

Barzanî spasiya hevpeymaniyan kir ji bo piştgiriya wan a di şerê li dijî DAIŞê de û got: "Ez dixwazim gelê xwe yê ezîz ê Kurdistanê dilxweş bikim ku bi tu awayî Herêma Kurdistanê rûbirûyî gefan nabe, û di navbera me û Hikûmeta Federal de hemahengiyeke gelekî baş heye."

Barzanî her wiha hişyariyeke tund da her aliyekî ku bixwaze aramiya Kurdistanê têk bibe û anî ziman: "Divê her kes bizane ku li Kurdistanê hêzeke têrker ji Pêşmergeyan û fedaîyên welat heye ku ji bo parastina xak û gelê xwe û pûçkirina her gef û êrişekê di amadebaşiyê de ne."

Wî tekez kir ku parastina seqamgiriyê dê di çarçoveya hevahengiya tam a bi hêzên Iraqî û peymanên dualî de were domandin.

Kurdistan Haberleri

Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle
Hikûmeta Herêmê: Bexdayê encamên serjimêriyê bi yekalî guhertin û rêjeya Kurdistanê daxist