Serok Barzanî Newroz li gelê Kurdistanê pîroz kir

.

 Serok Mesûd Barzanî bi boneya Cejna Newrozê peyamek belav kir û Newroz li gelê Kurdistanê pîroz kir.

Li seranserê Kurdistan û cîhanê ahengên Newrozê birêve diçin û Kurd bi coş û peroşeke mezin Cejna Newrozê pîroz dikin.

Serok Mesûd Barzanî jî di peyama xwe de Newrozê li “malbatên serbilind ên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman û welatiyên xweşdiviyên Kurdistanê” pîroz dike û hêviya xwe derdibire ku Cejna Newrozê “cihê xêr û aramî û bexteweriya hemû aliyan be.”

Peyama Serok Mesûd Barzanî:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta hatina cejna Newroz û serê sala 2722 ê Kurdî germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî malbatên serbilind ên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman û welatiyên xweşdiviyên Kurdistanê li navxwe û derve û hemû perçeyên Kurdistanê dikim û hêviya xweşî û kameraniyê ji bo wan dixwazim.

Hêvîdar im ev cejin cihê xêr û aramî û bexteweriya hemû aliyek bê û aştî û birayetî li ser welatê me û navçeyê da balê bikêşe.

Mesûd Barzanî

Kurdistan Haberleri

Jiyan Omer: Heta sîstemeke nenavendî neyê avakirin, pirsgirêkên Sûriyeyê çareser nabin
Dana Gas û Crescent Petroleumê 2 milyon dolar dan mexdûrên lehiya Çemçemalê
Erdogan: Pêvajoya Aştiyê bi lez pêşve diçe
Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Parlamentoya Ewropayê nexşerêyekê bo pêşvebirina mafên mirovan amade dikin
Barrack: Heta DAÎS bi temamî têk biçe hêzên Amerîka li Sûriyê dimînin