Serok Barzanî: Mamoste Ezîz Gerdî stêrkekî geş ê zanist û akademiya gelê Kurdistanê ye

.

 Serok Mesûd Barzanî peyameke sersaxiyê pêşkeşî malbat, kesûkar û hevalên rewşenbîr, nivîskar û wergêrê Kurd Ezîz Gerdî kir ku îro 6ê Hezîrana 2022yan koça dawî kiriye.

Serok Barzanî di peyama xwe de got, “Mamoste Ezîz Gerdî hemû jiyana xwe ya gelek bi berhem, ji bo xizmetkirina rewşenbîriya gelê xwe û pêşxistina kultûra nivîsandin û wergerê terxan kir û stêrkekî geş ê zanist û akademiya gelê Kurdistanê ye, jidestdana wî xisareteke mezin e.”

Peyama sersaxiyê Serok Mesûd Barzanî:

“Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Bi xemgîniyeke mezin ve agahiya koça dawî ya zana, nivîskar û wergêrê Kurd Dr. Ezîz Ehmed Ebdullah ku bi navê Ezîz Gerdî tê nasîn, gihîşte me.

Mamoste Ezîz Gerdî hemû jiyana xwe ya gelek bi berhem, ji bo xizmetkirina rewşenbîriya gelê xwe û pêşxistina kultûra nivîsandin û wergerê terxan kir û stêrkekî geş ê zanist û akademiya gelê Kurdistanê ye, jidestdana wî xisareteke mezin e.

Ez sersaxiyê arasteyî malbat, kesûkar û hevalên rehmetî Ezîz Gerdî û hemû nivîskar û mamosteyên zanîngeh û wêjevan û rewşenbîrên Kurdistanê dikim û ez xwe hevbeşê xema wan dibînim.

Ji Xwedayê mezin daxwaz dikim ku ruhê mamoste Ezîz Gerdî bi bihişta berîn şad bike û sebr û aramî bide her kesî.

Înna Lîllah We Înna Îleyhî Racîûn (Em ji Xweda hatin û em ê dîsa vegerin cem wî)”

Mesûd Barzanî

6ê Hezîrana 2022yan

Kurdistan Haberleri

Amedspor derbasî Lîga Super bû
Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt