Serok Barzanî li ser biryara PKKyê daxuyanî da

.

Serok Mesûd Barzanî li ser biryara xwefesixkirin û danîna çekan a PKKyê got, "Em hêvîdar in ku ev pêvajo bigihîje encameke baş û di berjewendiya herêmê û hemû aliyan de be."

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) biryarên kongreya 12an eşkere kirin.

Li gorî biryaran, “PKK hat fesixkirin, têkoşîna çekdarî qediya û xebatên li ser navê PKKyê qediyan.”

Serok Mesûd Barzanî li ser biryara xwefesixkirin û danîna çekan a PKKyê peyamek belav kir:

Serok Mesûd Barzanî di peyama xwe de wiha got:

Cihê kêfxweşiyê ye ku di pêvajoya çareseriya aştiyê ya li Tirkiyeyê de aliyan helwestên baş nîşan dan û gavên erênî ber bi çareseriya aştiyane ve hatin avêtin.

Her wiha PKKyê jî kongreya xwe li dar xist û komek biryar wergirtin.

Em hêvîdar in ku ev pêvajo bigihîje encameke baş û di berjewendî û xêra herêmê û hemû aliyan de be.

Em radigihînin ku em bi her awayî piştgiriyê didin serkeftina vê pêvajoyê."

Kurdistan Haberleri

Şandeyên Herêm û Bexdayê cîbicîkirina peymanên ewlehiyê gotûbêj dikin
Li Almanyayê pêşangeheke wêneyan a taybet bi êşên Êzidiyan hat vekirin
Li Colemêrgê zêdetirî 46 hezar mayînan hatin rakirin
PWK: ‘’Çerçewe Yasa’’ berdewamîya ‘’pêvajoya’’ tunehesibandina miletê Kurd, mijûlkirin û paşguhkirinê ye
Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê