Serok Barzanî li ser avahiya Kerkûkê biryar da

.

Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) avahiya xwe ya li Kerkûkê dîsa wergirt.

Serok Barzanî jî biryar da ku vê avahiyê bide Zanîngeha Kerkûkê.

PDKyê 16ê Çiriya Pêşîna 2017an piştî êrişa Heşdî Şebiyê avahiya xwe ya li Kerkûkê vala kiribû.

Bi fermana Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî avahî careke din li PDKyê hat vegerandin.

Alîkarê Serokê Parlamentoya Îraqê Şaxewan Ebdulah, Serokê Teşkîlata PDKyê ya Kerkûkê Mihemed Kemal, nûnerên artêşa Îraqê û nûnerên Parêzgarê Kerkûkê beşdarî merasîma dewrkirinê bûn.

“Ev biryareke binirx e”

Şaxewan Ebdulah biryara Serok Barzanî bi bîr anî got:

“Serok Barzanî biryar da ku em vê avahiyê bidin Zanîngeha Kerkûkê. Ez gelekî spasiya wî dikim.

Ev biryareke binirx e û xelkê Kerkûkê qedir dide vê biryarê. Serok Barzanî beriya niha jî piştgirî dabû saziyên zanistî.”

Artêşa Îraqê û Heşdî Şebî 16ê Çiriya Pêşîna 2017an ketibûn Kerkûkê û wan dest danîbû ser avahiya KDPyê.

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî 25ê Tebaxê biryar da ku avahî dîsa dewrî PDKyê were kirin.

Piştî vê biryarê, endamên Heşdî Şebiyê û hinek Erebên ku ji bajarên derdorê hatibûn rêya Hewlêr-Kerkûkê girt.

Kurdan jî 2yê Îlonê ev yek bi protestoyan şermezar kir lê hêzên Îraqî gule li xwepêşanderan reşandin.

4 Kurd bi guleyên hêzên Îraqî şehîd ketin, 15 jî birîndar bûn.

PDK heta niha jî li Kerkûkê venegeriyaye lê li Kerkûkê beşdarî hilbijartinên 2021ê bû û 2 nûnerên wê hatin hilbijartin.

RÛDAW

Kurdistan Haberleri

Nêzîkî 700 hezar ciwan di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de kar dikin
Medya Rûsî: Deshilata Şamê ji Rûsyayê xwest polîsê leşkerî vegere nav Sûriyê
Sûriye û Iraqê li hev kir: Xeta boriya petrolê ya Kerkûk-Banyasê wê bê nûkirin
SANA: Di pevçûna ligel HSDê de leşkerekî Sûrî hate kuştin
Di civîna Urdinê de ji bo Siwêdayê 4 biryar hatin dayîn