Serok Barzanî li gel şandeke Brîtanyayê civiya

.

 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya şanda bi serokatiya Parlamenter û Serokê Koma Dostaniya Kurdistanê ya Parlamentoya Brîtanya (APPG) John Slinger kir.

Di daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hat ragihandin, îro Yekşemê 13.04.2025 Serokwezîr Barzanî pêşwaziya şandeke Parlamentoya Brîtanyayê kir.

Li gorî daxuyaniyê, şanda mêhvan tekezî li ser çalakiyên wê komê ku gelek parlamenterên Brîtanî jî di nav de ne kir û ragihand ku armanca wan piştgiriya Kurdistanê û bihêzkirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê di warên cuda de ye.

Serokwezîr spasiya endamên komê, hikûmet û parlamentoya Brîtanya kir ku piştevaniya Herêma Kurdistanê û mafên gelê Kurdistanê kirine û hewlên wan bo pêşxistina pêwendiyên dualî dane.

Di civînê de herwiha pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal, çareserkirina pirsgirêkên di navbera her du aliyan, dabînkirina mafên destûrî û desthilatên darayî yên gelê Kurdistanê û giringiya dubare hinartina petrolê hat gotûbêjkirin.

Kurdistan Haberleri

Jiyan Omer: Heta sîstemeke nenavendî neyê avakirin, pirsgirêkên Sûriyeyê çareser nabin
Dana Gas û Crescent Petroleumê 2 milyon dolar dan mexdûrên lehiya Çemçemalê
Erdogan: Pêvajoya Aştiyê bi lez pêşve diçe
Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Parlamentoya Ewropayê nexşerêyekê bo pêşvebirina mafên mirovan amade dikin
Barrack: Heta DAÎS bi temamî têk biçe hêzên Amerîka li Sûriyê dimînin