Serok Barzanî: Leyla Qasim mînaka qehremaniya keça Kurd û sembola azadîxwaziya Kurdan e

.

 Serok Mesûd Barzanî îro (Duşem, 12.05.2025) di salvegera 51ê ya sêdaredana Leyla Qasim û hevalên wê de peyamek li ser hejmara xwe ya tora civakî ya Xê parve kir.

Ev jî peyama Serok Barzanî ye:

Leyla Qasim mînaka qehremaniya keça Kurd û sembola azadîxwaziya mirovê Kurd e. Ew li ber singê stemkaran rawestiya û pişta xwe da jiyanê û şehîd bû lê bindestî qebûl nekir.

Di salvegera pêncî û yekê ya sêdaredan û şehîdkirina Leyla Qasim û hevalên wê de, em bi hezaran silavan ji bo canê wan ê pakij û canê tevaya şehîdên rêya azadiyê dişînin.

Kurdistan Haberleri

Şandeyên Herêm û Bexdayê cîbicîkirina peymanên ewlehiyê gotûbêj dikin
Li Almanyayê pêşangeheke wêneyan a taybet bi êşên Êzidiyan hat vekirin
Li Colemêrgê zêdetirî 46 hezar mayînan hatin rakirin
PWK: ‘’Çerçewe Yasa’’ berdewamîya ‘’pêvajoya’’ tunehesibandina miletê Kurd, mijûlkirin û paşguhkirinê ye
Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê