Serok Barzanî: Kerkûk ji bo her kesekî Kurd semboleke mezin e

.

 Serok Mesûd Barzanî îro 18ê Îlona 2023an, pêşwazî li malbatên şehîd û birîndarên bûyerên vê dawiyê yên Kerkûkê kir.

Di hevdîtinê de, Serok Barzanî pirse, sersaxî û hevxemiya xwe pêşkêşî malbatên şehîd û birîndaran kir û tekez li ser wê yekê kir ku xwîna wan ezîzan vala naçe û pêwîst e tawanbar sizaya yasayî werbigirin.

Serok Barzanî amaje bi wê kir ku xwîna wan şehîdan û dengê nerazîbûna wan, peyameke eşkere bû ji bo her aliyekî ku Kurd gelekî zindî û hişyar e û divê sînorek ji wan zilm û neheqiya ku li Kerkûkê li ser welatiyên Kurd tê kirin, were danîn.

Serok Barznaî ji amadebûyan re got, berdewambûna vê rewşa nesiruştî ya Kerkûkê, nayê wê wateyê ku em dest ji nasnameya Kerkûkê berdidin, ji ber ku Kerkûk ji bo her Kurdekî semboleke mezin e.

Serok Barzanî tekezî li ser wê yekê kir ku divê Kerkûk ji hemûyan re bibe mînaka pêkvejiyan, biratî û tebayîyê û ew pirsgirêkên ku niha hene bi xweferzkirin û tundûtûjiyê nayên çareserkirin, belkû ji bo çareserkirina pirsgirêkan, divê zimanê aqil û mantiqê were bikaranîn.

Serok Barzanî di beşeke din a gotara xwe de amaje bi wê kir ku ew kûr têdigihe êş û azarên welatiyên Kurd yên li Kerkûkê û daxwaz kir ku bi ti awayî rê ji bo serketina wan hewlên neberpirsane were dayîn ku niyaza wan aliyan heye nakokiyên siyasî yên aliyan, veguherînin nakokiyên netewî di navbera pêkhateyên Kerkûkê de.

K24

Kurdistan Haberleri

Platforma Neteweyî ya Kurdan danezana xwe eşkere kir
Amerîkayê êrişa li mala Nêçîrvan Barzanî bi tundî şermezar kir
Li Qamişloyê êrişî baregeha Qesrikê hat kirin: Dron ji Îraqê hatin avêtin
YEyê piştî êrişa li ser mala Nêçîrvan Barzanî bangî Bexda û Hewlêrê kir
Herêma Kurdistanê di bin êrişa dronan de ye: Şeva borî çi bû?