Serok Barzanî: Jinên Kurdistanê di nava şoreşan de xwedan roleke mezin bûn

.

Bo 72mîn salvegera damezrandina Yekîtiya jinên Kurdistanê peyamek belav kir.

Îro Serok Barzanî bi minasebeta 72mîn salvegera damezrandina Yekîtiya jinên Kurdistanê peyameke pîrozbayî belav kiriye ku, naveroka peyamê wisaye;

Bi navê xwedê mezin

Birêzan Sekreter û endamên komîteya Sekretariyeta YIK

Bi minasebeta 72mîn salvegera damezrandina YJK pîrozbayiyeke gerim pêşkêşî we û tevahiya andam û saziyên têkoşer yên we û tevahiya jinên Kurdistanê dikim.

YJK yek ji destkeftin gelek girîng yên şoreşa mezin ya Îlonê û di heman demê de jî ezmûneke serkeftî ya beşdariya jinên Kurd di nava karûbarên siyasî û civakî de bû.

YJK saziyeke têkoşer bûye di nava şoreş û xebata gelê Kurdistanê de û roleke girîng bo belav kirina hişmendî û pêgehandina jinan û berevanî kirin ji mafên wan hebûye û gelek bi başî ev rola han lîstiye û cîhê penceya wan di nava xebata rizgarîxwaz ya gelê Kurdistanê de hertim liber çave.

Ev bendewarî ji YJK heye ku, di pêşeroja gelê me de di çarçoveya çanda bihevre jiyan, medeniyet, yeksanî û nehêştina tundiya malbetî û civakî, hewl bo bihêztir kirina hestên nîştimanperwerî bike.

Hêviya serkeftin û berdewamiyê bo we dixwazim.

Mesûd Barzanî

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle