Serok Barzanî ji bo îmzekirina peymana petrola Kurdistanê sipasiya Sûdanî kir

.

 Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bi sedema îmzekirina peymana petrolê ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de, sipasiya serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya es-Sudanî kir. Barzanî di rêya telefonê de bi serokwezîrê Iraqê Sûdanî re axifî û peymanê ‘pêngavekî dîrokî’ nirxand.

Serok Barzanî, ji ber hewlên çareseriya pirsgirêkan dike û hem peymana petrolê îmze kiriye, sipasiya Sûdanî kir û ragihand ku heya îrada niyeta baş hebe, dê pirsgirêk karibin çareser bibin û çareseriya wan hêsane.

Serok Barzanî hêvî kir ku peymana hatiye îmzekirin, bibe deriyekî xêrê da pirsgirêkên ku heya niha yên di navbera hukumeta Herêma Kurdistanê û Iraqa Federal de çareser nebûne, ji bo wan bibe mînak û serok Barzanî her weha ragihand ku di her hewlên çareserkirina pirsgirêkan de, wê ji bo serokwezîrê Iraqê  Sûdanî bibin destek.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle