Serok Barzanî: Hatina vê meha pîroz ji bo hemû aliyan bibe cihê xêr û bereketê

.

Serok Mesûd Barzanî di peyamekê de meha Remezanê li misilmanên Kurdistan û Iraq û cîhanê pîroz dike.

Serok Mesûd Barzanî di peyamekê de meha Remezanê li misilmanên Kurdistan û Iraq û cîhanê pîroz dike û radigihîne; ji xwedayê mezin hêvîdar im hatina vê meha pîroz ji bo hemû aliyek bibê cihê xêr û bereketê

Peyama Serok Barzanî wiha ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Bi hekefta hatina meha pîroz a Remezanê pîrozbahiyê li hemû misilmanên Kurdistan û Iraq û cîhanê dikim.

Ji Xwedayê mezin hêvîdar im nimêj û rojî û lavayên hemûyan qebûl bike û hatina vê meha pîroz ji bo hemû aliyan bibe cihê xêr û bereketê.

Mesûd Barzanî

29ê Şe'bana 1443 Koçî

1ê Nîsana 2022 Zayînî

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin