Serok Barzanî: Divê zana û mamostayên olî rola xwe di bihêzkirina hesta niştimanperwerî û pêkvejiyanê de bibînin

.

Serok Barzanî di peyama xwe de got: “Bi hilkefta 54 saliya damezirandina Yekîtiya Zanayên Îslamê yên Kurdistanê, pîrozbahiyê li serok û endamên Buroya Cîbicîkar û Encûmena Navendî ya Yekîtiya Zanayên Îslamî û hemû mamostayên ola pîroz a Îslamê li Kurdistanê dikim.”

Herwiha got: “Damezirandina Yekîtiya Zanayên Olî yên Kurdistanê li ser destê Barzaniyê nemir, tekezî li ser rol û pêgeha mamostayên olî yên îslamê di beşdarbûna wan di têkoşîna neteweyî, niştimanî û parastina resenî, nirxên olî û çanda pêkvejiyanê di nava civaka Kurdistanê û tevgera rizgarîxwaza Kurd de.”

Serok Barzanî got jî: “Ez hertim hêvî dikim ku zana û mamostayên olî rola xwe ya bibandor di xurtkirina hesta welatparêzî, nirxên mirovî, tebayî, pêkvejiyan û hişyarkirina gel de bilîzin.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle