Serok Barzanî: Divê hêzên Pêşmerge di bin serkirdetiya Wezareta Pêşmerge de bin

.

Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Şêwirmendê Bilind ê Serbazî yê Brîtanya yê Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîqa Mareşal Sammy Sampson û şandeke li gel wî kir.

erok Mesûd Barzanî êvara çarşemê 7ê Îlona 2022yan li Selaheddîn pêşwazî li Şêwirmendê Bilind ê Serbazî yê Brîtanya yê Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîqa Mareşal Sammy Sampson û şandeke li gel wî kir.

Di hevdîtinê de Şêwirmendê Bilind ê Serbazî yê Brîtanya yê Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîqa pêgirîbûna welatê xwe bi dostayetî û hevpeymaniya li gel Herêma Kurdistanê û palpiştî û hemahengiya li gel hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê dûpat kir.

Herwiha spasiya rola Serok Barzanî ya di hewldana ji bo yekxistina yekîneyên Pêşmerge di bin sîwana Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de kir. Tekezî li wê yekê jî kir ku maf û îstîhqaqata Herêma Kurdistanê û Pêşmerge pêwîst e li çarçoveya menzûmeya berevaniya Iraqê de parastî be.

Her di vê hevdîtinê de Serok Barzanî pîrozbahiya destbikarbûna Hikûmeta nû ya Brîtanya kir û spasî welatê Brîtanya û hevpeymanan kir ku li şerê dijî DAIŞê de alîkarê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bûne.

Di beşeke din a hevdîtinê de Serok Barzanî ji bilî balkişandina ser rola Pêşmerge di xebata gelê Kurdistanê de tekezî li wê yekê kir ku Pêşmerge bi bîr û baweriya xwe parêzvanê doza rewa ya gelê Kurdistanê û doz û bihayên miroviyan dike.

Derbarê reform û çaksaziyên hêzên Pêşmerge de Serok Barzanî ragihand ku palpiştiya tevahî çaksaziyên Wezareta Pêşmerge dike û bi pêwîst jî zanî ku hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê yek bi yekîneya xwe hebe û di bin yek serkirdayetiyê de be ku Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.

Kurdistan Haberleri

PWK Ewropa Beşdarî Kongreya Yekemîn a Federasyona Zimanê Kurdî ya Navdewletî Bû
Li Îraqê operasyona mezin a gendeliyê: Parlamenter û berpirsên bilind hatin desteserkirin
Nêçîrvan Barzanî Koma Dostaniya Kanadayî-Kurdî qebûl kir
Fuad Husên: Girtina Tengava Hurmizê zerereke mezin dide aboriya Îraqê
COLEMÊRG - Rapora şkenceya li 2 Kurdên ji Rojhilatê Kurdistanê hat eşkerekirin