Serok Barzanî: Di sîbera Ala Kurdistanê de em hemû serbilind in

.

Serok Barzanî: Di roja Ala Kurdistanê de pêdagiriyê li peyama aştîxwazane û pêkvejiyanê ya gelê Kurdistanê dikin.

Serok Mesûd Barzanî ji bo Roja Ala Kurdistanê peyamek pîrozbahiyê belav kir û diyar kir, di sîbera vê alê de, em hemû serbilind in.

Serok Barzanî ji bo Roja Ala Kurdistanê germtirîn pîrozbahî arasteyî malbatên şehîdan, Pêşmergeyên qehreman û hemû welatiyên Kurdistanê kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de eşkere kir: “Ala Kurdistanê hêmaya azadîxwazî û aştîxwaziya gelê Kurdistanê ye û ji bo wê xwîn û qurbaniyên mezin dane. Ala Kurdistanê nirxekî hevpar û sembola yekîtiya neteweya me ye. Ev al milkê welatiyên Kurdistanê ye û ji bilî hebûna bîr û baweriyên cuda, di bin vê alê de em hemû serbilind in û xwedî şanazî û nasname ne. Di roja Ala Kurdistanê de, pêdagiriyê li peyama aştîxwazane û pêkvejiyanê ya gelê Kurdistanê dikin.”

Serok Barzanî herwiha di peyama xwe de destnîşan kir: “Bi hezar silav li giyanê pak ê wan şehîdên ku ji bo ala Kurdistanê giyanê xwe feda kirine.”

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin