Serok Barzanî daxwazek ji aliyên siyasî yên Kurdistanê dike

.

 Serok Mesûd Barzanî, di merasîma vekirina "Yadgeha Niştimanî ya Barzanî" de axivî. Serok Barzanî, di axaftina xwe de bang li aliyên siyasî yên Kurdistanî kir ku li hev bicivin û pirsên heyî çareser bikin.

Serok Barzanî, di axaftina xwe de ji van aliyên siyasî xwest ku beriya 18 vê mehê li hev bicivin û li ser çareseriya pirsgirêkan dan û stendinan bikin.

Serok Mesûd Barzanî got: “Di demeke gelek nêz de beriya 18ê vê mehê, hemû bi hev re civîneke berfireh bikin, bi dilsozî qala pirsgirêkan bikin û wan çareser bikin.”

Serok Barzanî ji Polîtburoya PDKê û YNKê jî xwest û got “Berî vî civîna berfireh, bi awayekî cuda bicivin û ji bo biserxistina civîna din, bingehê amade bikin.”

Serok Barzanî, di dewama axaftina xwe de got ku “Divê derfetan ji dest nedin û ji serhildanê sûd bê girtin. Ez ji dil û bi biratî daxwazê ji hemû hêzên siyasî yên Herêma Kurdistanê dikim ku dawî li pirsgirêkên xwe bînin.”

Kurdistan Haberleri

Parêzgarê Hisîçayê di derbarê entegrasyonê de agahiyên nû dan
Qubad Talebanî: Êrişkirina ofîsa Serokwezîr binpêkirina serweriya Îraqê ye
Nêçîrvan Barzanî êrişa li ser ofîsa Serokwezîr şermezar kir
Baregeha Barzanî: Dron û mûşek pirsgirêkan çareser nakin
PWK LI ALMANYAYÊ BEŞDARÎ PÎROZBAHÎYA 80 SALÎYA PDKYÊ BÛ