Serok Barzanî bo Balyozê Belarûsê: Divê jiyana koçberan bê parastin

.

 Serok Barzanî li gel Balyozê Belarûsê civiya û tekezî li ser wê kir ku “di mijara koç û koçberan de pêwîst e hemû alî rehendên mirovî yên vê mijarê li ber çavan bigirin û jiyana jin, zarok û koçberan biparêzin.”

Serok Mesûd Barzanî îro li Selahedînê pêşwazî li Balyozê Belarûsê yê li Iraq û Tirkiyê Victor Rybak kir.

Li gor daxuyaniya Baregeha Barzanî, di civînê de mijara koçberan, hevahengiya navdewletî û piralî li gel pirsa koç û koçberan hat gotûbêjkirin û herwiha tekezî li ser pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Belarûsê hat kirin.

Li gor daxuyaniyê, di beşeke din a civînê de, aliyan behsa proseya siyasî ya Iraqê, hilbijartinên parlamentoyê ku 10ê meha derbasbûyî birêve çûn û qonaxa piştî hilbijartinan kirin.

Herwiha di civînê de Serok Barzanî tekezî li ser wê kir, “divê di mijara koç û koçberan de hemû alî rehendên mirovî yên vê mijarê li ber çavan bigirin û jiyana jin, zarok û koçberan biparêzin.”

Ev yek di demekê de ye ku nêzikî du meh e, hejmareke zêde ya koçberan li ser sînorê Belarûsê kom bûne û dixwazin derbasî welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) bibin.

Civîna Serok Barzanî li gel Balyozê Belarûsê (Wêne: Baregeha Barzanî)

Li gor amarên ne fermî, bi dirêjiya sînorê Belarûs û Polandê, nêzikî 15 hezar koçber asê mane û beşek ji wan koçberan xelkê Başûr û Rojavayê Kurdistanê ne û di rewşeke xerab de ne.

Poland û welatên din ên Yekîtiya Ewropayê jî ji ber vê pêla dawî ya koçberan hikûmeta Belûrûsê tawanbar dikin û di vê çarçovê de ji bo rêgirtina li koçberan, Polandê dest bi têlbendkirina sînorê xwe kiriye.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle