Serok Barzanî: Biryara Dadgeha Iraqê bi tevahî siyasî ye

.

 Serok Mesûd Barzanî derbarê biryara Dadgeha Federal ya Iraqê ya têkildarî petrola Kurdistanê de ragihand ku “Biryara Dadgeha Bilind a Federaliya Iraqê ya di derbarê petrol û gaza Herêma Kurdistanê biryareke bi tevahî siyasî ye.”

Îro Sêşemê Dadgeha Federal a Iraqê derbarê yasaya petrol û gazê ya Herêma Kurdistana de ragihand ku ew yasa dijî destûra bingehîn a rêvebiriya navendî ya Iraqê ye û divê dahatên petrolê yên bi hinardekirinê hatine bidestxistin radestî Bexdayê bên kirin.

Serok Mesûd Barzanî derbarê vê biryara Dadgeha Federal ya Iraqê de ji bo raya giştî ya Iraqî û Kurdistanî peyamek belav kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de dibêje: “Biryara Dadgeha Bilinda Federaliya Iraqê ya di derbarê petrol û gaza Herêma Kurdistanê biryareke bi tevahî siyasî ye û li dijê destûra Iraqa Federal  e, û armanca wê dijayetîkirina Herêma Kurdistane û dijî sîstema Federaliya Iraqê ye.”

Barzanî herwiha dibêje: “Em hêvîxwazîn her du Hikûmeta Iraqî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikarin li ser kêşeyan û babeta petrol û gaz bigihin rêkeftinê. Li gel vê jî ji bo hemû aliyek eşkere dikîn ku Herêma Kurdistanê bi hemû şiyana xwe ve berevaniyê li mafên xwe yên destûrî dike.”

Kurdistan Haberleri

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ofîsa xwe ya fermî li Qamişloyê vekir
Serokatiya Herêmê: Pêwîst e Bexda erkê xwe yê ji bo parastina nûnertiyên dîplomatîk bicih bîne
Serokatiya Herêma Kurdistanê: Em êrişa li ser Konsulxaneya Îmaratê bi tundî şermezar dikin
Almanyayê daxwaznameya ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê qebûl kir
Çar baregehên Heşda Şeibî bi dronan hatin armancgirtin