Serok Barzanî: Bijîşk û zanyarên Kurd sermiyaneke neteweyî ya mezin e

.

 Serok Barzanî di axaftina xwe ya di Kongreya Bijîşkî ya Mezopotamyayê li Hewlêrê de got: “Girîngiya vê kongreyê gelek mezin e û hebûna van hemû bijîşk û zanyaran ji bo netewa Kurd sermiyaneke mezin e. Ev jî nîşan dide ku eger derfeta ji takê Kurd re hebe, ji takên gelên din ne kêmtir e.”

Bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 31ê Cotmehê Kongreya Bijîşkî ya Mezopotamyayê li Hewlêrê tê lidarxistin.

Serok Barzanî di kongreyê de gotarek pêşkêş kir û got: “Dema em dibihîsin ku xortekî Kurd li welatekî biyanî doktor e û gihiştiye asteke bilind, em pê serbilind dibin. Xweşbextane niha gelek ji wan li vir rûniştine ku nav û dengekî pir baş bi dest xistine, karîne xizmeta mirovahiyê bikin û bi destên xwe yên zêrîn navê Kurd jî bilind dikin.”

Herwiha got: “Bêguman sektora tenduristiyê ji bo her civak, netewe û welatekî pir girîng e. Di van salên dawî de girîngiyeke mezin bi sektora tenduristiyê hatiye dayîn û em hêvîdar in ku di pêşerojê de zêdetir girîngiyê bidin sektora tenduristiyê. Hêvîdar im Hewlêr û hemû bajarên din bigihin astekê ku xelkê me ji bo çareseriya tendirûstiyê neçin derve.”

Herwiha got: “Ez di wê baweriyê de me ku pisporiya doktorên me heye û dikarin hemû alavên pêşkeftî ji bo xizmetguzariyên bijîşkî dabîn bikin, da ku gelê me pêwîstiya wan bi çareseriya tenduristiyê li derveyî welat nebe.”

K24

Kurdistan Haberleri

APIKUR: Em ji bo hinardekirina petrolê amade ne lê şertên me hene
PDK û YNKyê li hev kir: Dê bi hev re astengiyên siyasî çareser bikin
Li Siwêdayê bi dehan kuştî û birîndar hene: Serê Kaniyê jî li nav hev ket
Serokatiya Durziyên Sûriyê banga li civaka navdewletî kir
Li 36emîn salvegera terorkirina Dr. Qasimlo de 10 rêkxiravên mafê mirovî daxuyaniyek belavkirin