Serok Barzanî bi balyozê Fransa re pêşeroja Kurdên Rojava û rewşa Şingalê gotûbêj kir

.

 Serok Mesûd Barzanî, pêşwazî li Balyozê Fransa yê li Iraqê Eric Chevallier kir.

Piştî civînê hat ragihandin, di hevdîtina ku Konsolê Fransa yê Hewlêrê Olivier Decottignies jî amade bû de, rewşa siyasî ya Iraqê û pêşhatên dawî yên proseya siyasî ya Iraqê û pêkanîna hikûmeta nû hatin guftûgokirin.

Herwiha hat diyarkirin ku, rewşa Şingalê û koçberan û pêwîstiya bicihkirina rêkeftina Şingalê jî di hevdîtinê de hat guftûgokirin.

Di beşeke din a civînê de, ronahî hate xistin ser pêşeroja Kurdan li Sûriyê û nîgeraniyên derbarê egera operasyoneke leşkerî ya Tirkiyê li Rojavayê Kurdistanê.

Di hevdîtinê de, li ser pêwendiya telefonî ya di navbera Serok Barzanî û Serok Macron de jî hat axaftin û tekezî li berdewamiya pêwendî û hevahengiya di navbera hikûmeta Fransa û hikûmeta Herêma Kurdistanê de hate kirin.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle